PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku wan şandek şandiye danûstandinên sibe li Dohaya paytexta Qeterê derbarê agirbesta li Şerîda Xezzeyê û berdana girtiyan bên kirin.
Danûstandinên derbarê agirbest û serbestberdana girtiyên li Şerîda Xezzeyê wê sibê li Dohaya paytexta Qeterê ji nû ve destpê bikin. Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu piştrast kir ku wan şandek şandiye danûstandinan û ragihand ku wî "rayedariya danûstandinan" daye şandê.
Di şanda Îsraîlê de kî heye bi fermî nehat ragihandin.
Di nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hat weşandin de hat diyarkirin ku Serokê MOSSADê David Barnea, Serokê Şîn Bet Ronen Bar, ji artêşa Îsraîlê general Nitzan Alon û şêwirmendê payebilind ê Netanyahu Ophir Falk wê di heyetê de bin.
Heta niha nayê zanîn Hamas a ku ji bo peymana agirbestê li şûna danûstandinên nû, planek li gorî danûstandinên berê dixwaze, wê şandekê bişîne danûstandinan yan na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin