Bennett kursiyê serokwezîrtiyê dewrî Lapîd kir

Bennett kursiyê serokwezîrtiyê dewrî Lapîd kir

PeyamaKurd – Li Îsraîlê piştî meclis hat loşandin Naftali Bennett wezîfa serokwezîrtiyê dewrî hevparê koalîsyonê Yair Lapid kir. Li gor ragihandina baregeha çapemeniyê ya serokwezîrtiyê; Bennett û Lapid li Qudsa Rojava li baregeha serokwezîrtiyê merasimeka dewrê ya nerm çêkirin. Di merasimê de xebatkarên serokwezîrtiyê, rêvebitrên di asta bilind de û endamên malbatên Bennett û Lapid hebûn.

Piştî merasimê Bennett û Lapid, li ser mijara ewlehiya bingehîn ya Îsraîlê û mijarên dîplomatîk civînekî çêkirin. Bennett di civînê de axifî û di xîtaba ji bo Bennett de weha got:

“Meqamekî gelek başe û li vî welatî ne tenê malê yek kesekiye. Malê temamê Îsraîlê ye. Ez berpirsiyariya Îsraîlê dewrî te dikim."

Lapid jî di sitendina dewra serokwezîrtiya demkî de ku ji Bennett sitend weha got:

“Ez bi gelek serokwezîran re xebitîm. Ez serokwezîran nasdikim. Tu mirovekî başî û mukemmelî. Di heman wextê de tu hevalekî başî. Ev, ne merasimeka xatirxwestinêye ji ber niyeta me ya veqetandinê tine ye.”

Hilbijêrên Îsraîl wê di 01.11.2022 an de ji bo hilbijartinan here ser sindoqan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin