Berdevkê AK Partiyê Rahmî Koç şermezar kir: Bi kincê mîzahê nefret meşrû nabe

Berdevkê AK Partiyê Rahmî Koç şermezar kir: Bi kincê mîzahê nefret meşrû nabe

PeyamaKurd - Berdevkê AK Partiyê ji ber gotinên nefretê yên Rahmî Koç bo jinên Kurd ew şermezar kir.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik, li ser hesabê xwe yê Xê derbarê qaşo pêkenoka Karsazê Tirk Rahmî Koç a ku sivikatî li jinên Kurd kir û heqaretên biçûkxistinê tê de hebûn, daxuyanî da. 

Çelîk her cûre gotinên sivakatî û biçûkxistinê yên li dijî jinan bi tundî şermezar kir û ragihand ku nêzîktêdayînên li ser bingeha bawerî, koka etnîkî û zayendê gotina nefretê ava dikin.

Çelîk destnîşan kir ku îfadeya "jina kurd" a qaşo mîzahî gotineke biçûkxistinê pir xelet û pîs e, herwiha diyar kir ku ev nêzîkatiyên ku ligel welatiyên kurd dilê hemû jinan û civakê diêşînin, ew bi awayê herî zelal û ji kokê ve red dikin.

‘Gotinên nefretê bi kincê mizahê nayên meşrûkirin’

Çelîk tekez kir ku gotinên nefretê di bin kincê mizah û henekan de tu carî nikarin werin meşrûkirin, ji bo vê yekê jî sererastkirina van îfadeyên xelet û daxwaza lêborînê hewcedariyeke sereke ya rêzgirtina li nirxên civakê ye.

Berdevkê AK Partiyê bang li her kesî kir ku di mijarên nasname, çand û zayendê de zimanekî bi rêz û baldar bi kar bînin û bi bîr xist ku hemû welatî xwedî heman rûmet, qedr û nirxê wekhev in.