Berdevkê PDK-Îyê: Me ji Washingtonê peyameke zelal wernegirtiye, niha niyeta me ya şer tune ye

Berdevkê PDK-Îyê: Me ji Washingtonê peyameke zelal wernegirtiye, niha niyeta me ya şer tune ye

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Xalid Ezîzî, li paytextê Amerîkayê Washingtonê bi rojnamevanan re civiya û helwêsta partiya xwe ya derbarê şerê heyî yê li herêmê û pêwendiyên bi Amerîkayê re eşkere kir.

‘Peyama Trump a li ser Kurdan ne zelal e’

Xalid Ezîzî di bersiva pirsên Rûdawê de diyar kir ku heta niha ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump û rêveberiya wî ve peyameke zelal û fermî li ser rola Kurdan di vî şerî de ji wan re nehatiye şandin.

Ezîzî destnîşan kir ku her çend gelek derdor Kurdan wekî lîstikvanekî sereke bibînin jî, heta niha li ser asteke stratejîk pêwendiyeke bi vî rengî çênebûye.

Bersiva ji bo Pizîşkiyan: ‘Retorîka rejîmê ne nû ye’

Ezîzî bersiva Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan da yê ku bang li partiyên Kurd kiribû û gotibû "nebin navbeynkarên Amerîka û Îsraîlê".

Ezîzî ev gotin wekî hewldaneke rejîmê ya ji bo tirsandina gel nirxand û got:

PDK-Î baş dizane ku Komara Îslamî dixwaze bi hinceta ‘hilweşîna welat’ gel bitirsîne da ku li ser desthilatdariyê bimîne. Ev gotinên wan li cem me bêwate ne."

‘Em ne beşekî ji vî şerî ne’

Di hevpeyvînekê de ligel Fox Newsê, Ezîzî bal kişand ser cewherê pevçûnên di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de. Wî diyar kir ku şer niha tenê di asta hewayî û deryayî de ye û nebûye şerekî bejayî. Ezîzî tekez kir:

Em Kurd niha ne beşek ji vî şerê leşkerî ne. Her çend em bi salan e li dijî vê rejîmê têdikoşin jî, di vê qonaxê de niyeta me tune ku em bi hêzên çekdar derbasî Kurdistana Îranê bibin."

‘Demokrasî bêyî Kurdan nayê’

Berdevkê PDK-Îyê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku Kurd aktorên bingehîn ên pêşeroja Îranê ne. Wî got ku bêyî çareserkirina pirsê Kurd û beşdarbûna wan, li Îranê ne demokrasî û ne jî ewlehiyeke mayînde pêkan e.

Ezîzî anî ziman ku eger di pêşerojê de stratejiya wan biguhere û hewce bike, ew dikarin gavan bavêjin, lê niha tercîha wan ne şer e.