PeyamaKurd – Berdevkê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Husamedîn Aşna, li ser protestoyên rejîma Îranê got, Îran ne wekî Iraq û Lubnanê ye.
Berdevkê Rûhanî li ser twitterê wiha got: “Îran ne wekî Iraq û Lubnanê ye, balyozxaneya Amerîka çend sal in li Tehranê hatîye daxistin û em rê nadin dezgehên mêdyayî yên kirêgirtîyên wan çarenivîsa me dîyar bikin.”
Aşna herwiha diyar kir ku hinek kesên navxwe û derve vê carê şaşîyeke stratejîk kirîne.
Di xwepêşandanên ji 15ê Mijdarê ve destpê kirine de, heta niha herî kêm 11 welatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin