PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) Raîd Yusuf Hamoud ragihand ku derewe li Sûriyê operasyon bikin. Hamoud got ku ji bo Rûsya li Sûriyê daxwazên xwe bide qebûlkirin şerê psîkolojîk dimeşîne.
Hamoud ji bo Rûdawê ragihandiye ku gotinên operasyona Tirkiyê ya ji bo ser Kurdên Rojava di encama meşandina şerê psîkolojik yê Rûsyayê de derketiye ortê. Hamoud got ku hevdîtinên di navbera Şamê û DSG, PYD ê de dewam dikin û weha got:
“Gotinên li ser operasyonan bi taybetî ku Sputnik gotiye wê şer roja sêşemê destpêbike bi temamî derewe. Van gotinan yên Rûsyayê ne ku li ser terefan şerê psîkolojîk ku dewam dike, encam dide. Me hîn kir ku di du rojên dawiyê ye HSD, PYD û rejîma Sûriyê muzakereyan dikin.”
Hamoud got ku ji bo Rûsya daxwazên xwe bi her dû terefan bide qebûl kirin, van tiştan derdixe û weha dewam kir:
“Wisa xwuya dike ku hevdîtinên di navbera PYD û rejîmê de encam nedan. Rûsya ji bo muzakereyên navbera her dû terefan biryarê da ku şerê derûnî bajo. Rûsya propaganda kir û got ku wê Tirkiye û SMO roja sêşemê operasyonan bike ser hêzên HSD ê. Ev hemû gotinin û Rûsya ji bo daxwazên xwe bide qebûl kirin, van rêyan ji xwe re dibjêre.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin