Bermahiyên şer li Helebê teqiyan: 3 qurbanî û 8 birîndar

Bermahiyên şer li Helebê teqiyan: 3 qurbanî û 8 birîndar

PeyamaKurd - Li bajarokê El-Ataribê yê li rojavayê parêzgeha Helebê, di encama teqîna bermahiyên şer de herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kesên din jî birîndar bûn. Di nav qurbaniyan de zarokek jî heye.

Hat ragihandin ku nûyer êvara Înê (13ê Adarê) li bajarokê El-Ataribê qewimî. Li gorî agahiyên ku ji Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê hatine wergirtin, teqîn li herêmeke ku mayîn û cebilxaneyên neteqiyayî yên ji şer mayî lê dihatin komkirin, pêk hatiye. Hat diyarkirin ku ev bermahî ji deverên cuda hatibûn anîn û li wir dihatin hilanîn.

Tîmên rizgarkirinê yên Berevaniya Sivîl piştî teqînê gihîştin cihê bûyerê. Di daxuyaniya ku îro sibeha Şemiyê (14ê Adarê) hate belavkirin, hat diyarkirin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne û di bin kavilan de tu qurbaniyên din nemane. 8 birîndarên bûyerê ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyên herêmê hatin kirin.

Ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyeyê (SANA) ragihand ku tîmên endezyariyê yên artêşê sewqî herêmê hatine kirin da ku teqemeniyên din kontrol bikin û qadê ji metirsiyan paqij bikin.

Pispor hişyar dikin ku mayîn û cebilxaneyên neteqiyayî li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hîn jî xetereyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdikin. Ev cure teqîn bi taybetî li wan herêmên ku berê bûne qada şerên dijwar, pir caran dibin sedema komkujî û birîndarbûna sivîlan.