Bernie Sanders wê destekê bide Joe Biden

Bernie Sanders wê destekê bide Joe Biden

PeyamaKurd- Li Amerîkayê îsal hilbijartina serokomariyê heye û çend roj berê Bernie Sanders ji namzediyê vekişiyabû. Niha namzedê partiya Demokratê tenha Joe Biden maye û dê Sanders Joe Biden destek bike. Bernie Sanders di ser hesabê medya civakî yê Joe Biden de tevlî bernameya zindî bû. Sanders got ku wê di hilbijartina 3 yê meha 10 an de, destekê bide Joe Biden û weha got:

“Biden! divê tu li Koşka Sipî bî. Ji destê min çendîn were ez ê destekê bidim te. Ez îro bang li temamê Amerîkayiyan dikim, bang li demokratan, kesên serbixwe û gelek komariyan dikim da namzedê me Joe Biden destek bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin