Berpirsê baskê çekdar ê Îxwanê li Misirê hate girtin

Berpirsê baskê çekdar ê Îxwanê li Misirê hate girtin

PeyamaKurd – Medya Misirê ragihand ku hêzên ewlekariya Misirê, berpirsê yekem ê fermandariya hêzên çekdar ên komên Îxwan El-Mislimîn ê rêxistina navneteweyî û şêwirmendê giştî yê Îxwanê Mehmûd Izet hatiye girtin.

Li gorî nûçeyê piştî ku hêzên ewlehiyê pê hesiyan e ku Mehmûd Izet avahiyeke li herêma Kombûna Pêncan a li Qahîreyê kiriye cihê veşartina xwe, bi ser de girtin û ew desteser kirin.

Wezareta Navxwe ya Misirê ragihand, "Li avahiya Kombûna Pêncan endamê fermandariya Îxwanan Mehmûd Izet hate girtin, telefona berîkê û bernameyên deşîfrekirinê û alaveke hesab hatin desteserkirin, dû re tedbîrên qanûnî hatin wergirtin."

Mehmûd Izet endamê fermandariyê û berpirsê yekem ê damezirandina baskê çekdar ê rêxistina Îxwanan e ku di hejmarek êrîş û operasyonên hêzên Îxwanî de cî girtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin