Hakan Fîdan bi berpirsên Iraqî re mijara Şingalê û çekdanîna komên çekdar gotûbêj kir

Hakan Fîdan bi berpirsên Iraqî re mijara Şingalê û çekdanîna komên çekdar gotûbêj kir

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştî beşdarbûna di Civîna Konseya Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHI) de li Bexdayê, diyar kir ku civînên wî gelekî berhemdar derbas bûne.

Fîdan pêşî ligel Wezîrê Derve yê Misirê Bedir Ebdulatî hevdîtin kir û paşê serokatiya konseya RHIyê radestî Iraqê kir.

Di çarçoveya serdanê de, Fîdan bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî re jî civiya; di hevdîtinê de mijarên mîna enerjî, binesazî, Projeya Rêya Geşepêdanê, hevkariya parastin û ewlehiyê, têkoşîna li dijî terorê û mijara Şingalê hatin nirxandin.

Çekdanîna Komên Çekdar û Siyaseta Ewlehiyê

Yek ji civînên herî berbiçav ên Fîdan ligel Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz pêk hat. Fîdan ragihand ku di civînê de rewşa niha ya Heşdî Şebiyê, pêngavên ji bo çekdanîna komên çekdar ên li Iraqê û hevkariya ewlehiyê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de hatine guftûgokirin.

Fîdan bi Wezîrê Derve Fuad Husên, Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Ebbûdî û Serokê Eniya Turkmenî Mihemed Seman Axa re hevdîtin kirin. Fîdan bal kişand ser rola Turkmenan û tekez kir ku Tirkiye di hemû waran de piştgiriya polîtîkayên avaker ên hikûmeta Iraqê dike.