Hakan Fîdan: Siyaseta înkara nasnameya Kurdî li paş ma

Hakan Fîdan: Siyaseta înkara nasnameya Kurdî li paş ma

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, serdana bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê kir û bi rayedarên xwecihî û nûnerên AK Partiyê re civiya.

Fîdan piştî nimêja Înê li Mizgefta Mezin a bajêr, serdana esnafan kir û paşê piştî hevdîtinan li avahiya AK Partiyê axivî.

Fîdan got, di salên dawî de polîtîkayên înkarkirina nasnameya Kurdî li paş mane û bal kişand ser wê yekê ku divê pirsgirêkên civakî ne bi tundiyê, bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Fîdan her wiha behsa potansiyela mezin a aborî ya Diyarbekirê kir û da zanîn ku bi temamkirina projeyên avdanê yên wekî bendavên Farqîn û Dîcleyê, dê berhema çandiniyê zêde bibe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi bihêzbûna aramiyê re li herêmê, dê derfetên bazirganiyê yên bi Iraq û Sûriyeyê re jî hîn zêdetir pêş bikevin.

Biryar e Hakan Fîdan îşev li Diyabekirê bi nûnerên saziyên sivîl û karsazan re, li pêvajoya çareseriyê civînekê li dar bixe.