Berpirsê Îranî: Wê rojê destûr bo 15 keştiyan bê dayîn

Berpirsê Îranî: Wê rojê destûr bo 15 keştiyan bê dayîn

PeyamaKurd - Berpirsekî pilebilind ê Îranê ji ajansa nûçeyan a Rûsî Tass re ragihand ku di çarçoveya peymana agirbesta niha de, ew ê tenê destûrê bidin ku di rojekê de herî zêde 15 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Hate diyarkirin ku ev biryara nû ya ku di bin çavdêriya Supaya Pasdaran de tê meşandin, ji welatên herêmê re bi fermî hatiye ragihandin.

Berpirsê Îranî tekez kir ku "vegera li pergala beriya şer" ne pêkan e . Herwiha hate diyarkirin ku ev geşedan beriya civînên girîng ên li Îslamabada paytexta Pakistanê pêk hatiye û Îran kontrola tengavê wekî amûreke stratejîk di destê xwe de digire.