Berpirsekî El Qaîdeyê ji aliyê Amerîkayê ve hat kustin

Berpirsekî El Qaîdeyê ji aliyê Amerîkayê ve hat kustin

PeyamaKurd – Li devera Idlib a Bakurê Rojavayê Sûriyê, roja 20ê Îlona derbasbûyî berpirsekî El Qaîde yê bi navê Salim Ebû Ehmed, ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê John Rigsby di daxuyaniyekê de ji malpera Military Times re diyar kir: “Salim Ebû Ehmed, berpirsê plan û peredarkirina komên El Qaîdeyê bû.”

John Rigsby herwiha da zanîn: “Hîn em nizanin çend kesên sivîl ji ber wê êrîşa Amerîkî can dan, lê belê Salim Ebû Ehmed hat kuştin.”

Beriya niha Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê John Kirby eşkere kiribû; roja 20ê Îlonê, li Bakurê Rojavayê Sûriyê berpirsekî El Qaîdeyê hatiye kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin