PeyamaKurd- Di agahiyên ku di çapemeniya Îsraîlê de hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Îsraîlî di hefteya 24an de li dijî rêziknameya dadrêsiyê ya hikûmetê, daketin qadan.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Îsraîlî protestoyên xwe yên li dijî polîtîkayên rastgir û rêziknameya hikûmeta koalîsyonê ya bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu ku rayedarên dadrêsiyê sînordar dike, berdewam dikin.
Îsraîliyên ku her şeva şemiyê xwepêşandanên girseyî li dijî rêziknameya dadrêsiyê ya hikûmeta koalîsyona rastgir a tundrê ya bi serokatiya Netanyahu li dar dixin, di hefteya 24an a xwepêşandanan de car din li seranserê welêt daketin qadan.
Di nûçeya malpera rojnameya Yediot Ahronot a Îsraîlê, de hat diyarkirin ku bi deh hezaran Îsraîlî beşdarî gelek xwepêşandanên ku li seranserê welêt bi taybetî li bajarên Telavîv, Qudsa Rojava, Birussebî û Heyfayê hatin lidarxistin, bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin