Bessent: Em ê bi dorpêçên herî tund rêjîma Îranê hilweşînin

Bessent: Em ê bi dorpêçên herî tund rêjîma Îranê hilweşînin

PeyamaKurd - Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent got, “Em ê dorpêçên herî tund ên dîrokê li ser Îranê bisepînin û rêjîmê hilweşînin”.

Wezîrê Xezîneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku dê dorpêçên herî tund ên dîrokê li ser Îranê werin sepandin û ev dorpêç dê bi ser bikevin.

Herwiha bibîr xist ku ev rêbaz berê li Venezuela û niha li Kuba jî bi ser ketiye.

Bessent got: “Em ê dorpêçên herî tund ên dîrokê bisepînin û ev ê bixebite. Li Venezuela piştî ku me dorpêç danî, bikêr hat. Niha li Kuba bi kêr tê û wê li Îranê jî bixebite. Em ê vê rêjîmê hilweşînin.”