Bexda - 183 kîlo tiryak hat girtin

PeyamaKurd - Li Bexdayê di operasyona dijî tiryakfiroşan da 183 kîlo tiryak hat bidestxistin.
Wezareta Navxwe ya Iraqê îro Yekşemê 23ê Adara 2025ê di daxuyaniyekê de ragihand, şebekeke bazirganiya madeyên hişbir li paytext Bexdayê hatiye jinavbirin.
Hat ragihandin ku di operasyonê de 21 kes hatin deteserkirin û 183 kîlo tiryak hat bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyon bi biryara dadger hatiye kirin, gumanbar hatine desteserkirin û di çarçoveya qanûnên têkoşîna li dijî tiryakê de wê derbarê wan de tedbîrên hiqûqî bên kirin.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




