Bexda: Çekên hemû komên çekdar dê werin komkirin

Bexda: Çekên hemû komên çekdar dê werin komkirin

PeyamaKurd - Bexda: Çekên hemû komên çekdar dê werin sipartin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack, li Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ve hat pêşwazîkirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya Ofîsa Serokwezîriya Îraqê, di vê rûniştina krîtîk de xurtkirina hevkariya stratejîk a navbera her du welatan, geşedanên di warê aborî, berhênan û enerjiyê de hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de, Tom Barrack daxwaznameya fermî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump gihand Elî Zeydî daku di nîvê meha Tîrmeha îsal de serdana Koşka Spî bike.

 

Xala herî sereke a vê hevdîtinê, li ser nexşerêya pûçkirina komên çekdar ên li navxweyî Îraqê bû. Her du aliyan di heman fikra de bun ku ji bo avakirina paşerojeke geş û dûrî terorê, divê hemû kom û pêkhateyên çekdar ên ku li derveyî kontrol û biryara dewleta Îraqê çalakiyan dikin, bi temamî werin belavkirin û sîlahên wan radestî artêşa fermî werin kirin.

 Her wiha di dawiya civînê de, jibo pirsgirêka krîtîk a elektrîkê ya Îraqê were çareserkirin, li ser zêdekirina peymandariyên bazirganî yên di warê enerjiyê de lihevkirin hat kirin û hat tekezkirin ku parastina Îraqeke demokratîk û xwedî serwerî, mifteya serekî ya asayîşa hemû herêmê ye.