Bi sedema ku endamên DEAŞê ne, dadgeha Bexdayê biryara îdamê da 6 jinên Tirk, jineka Tirk ya dinê cezayê muebedê danê. 10 jinên ji neteweyên din jî bi cezayê muebedê hatin cezakirin.
Dadgeha Bexdayê berê jî cezayên weha dabû jinan. Tişteka dinê ya balkêş jî ew bû ku jin bi zarokên xwe yên biçûk ve hatibûn dadgehê.
Berê, balyozê Tirkiyê ragihandibû ku ew van mijarên dadgehê dişopînin û li pey nasnameyên jinan diçin bê ew jin kî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin