Bexda: Plana sîstema parastina hewayî tê xurtkirin

Bexda: Plana sîstema parastina hewayî tê xurtkirin

PeyamaKurd - Di demekê de ku aloziyên herêmî zêde bûne, Iraqê xebatên xwe yên ji bo bidestxistina sîstemên parastina hewayî yên pêşketî xurt kir.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar Sabah el-Numan diyar kir ku Fermandariya Parastina Hewayî ji bo parastina serweriya esmanê Iraqê, Herêma Kurdistanê û saziyên petrolê planeke tund amade kiriye.

Wezareta Parastinê jî ragihand ku ji bo kirîna sîstemên nû yên radar û mûşekan peyman tên çêkirin û heyama plana 6 salî bi talîmata serokwezîr daketiye 3 salan.

Ev gav di demekê de tê avêtin ku ji ber êrişên dron û mûşekan ên komên nêzîkî Îranê metirsî çêbûne û her wiha hevalbendiya navneteweyî amadekariyên vekişandina ji Iraqê dike.