PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî fermana vekişînê ya Heşda Şeibî, xwepêşanderên endamên Heşda Şeibî yên li ber avahiya Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê vekişiyan.
Li gorî çavkaniyên medyayî yên Bexdayê, rêveberiya Heşda Şeibî fermana vekişîna ji ber balyozxaneya Amerîkayê daye û li ser vê bangê jî xwepêşanderên ku du roj in balyozxane dorpêç kiribûn dest bi vekişînê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin