PeyamaKurd – Piştî teqîna 4ê tebaxê ya paytexta Lubnan Beyrûdê, xelkê bajêr li dijî rêveberiyê derket qadan û xwepêşandan li dar xistin.
Di xwepêşandanan de avahiyên hikûmetê hatin dorpêçkirin û di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de alozî derketin.
Li gorî zanyariyan di xwepêşandanan de, kesek hatiye kuştin û 238 kes jî birîndar bûne. Herwiha herî kêm 5 kes jî hatin binçavkirin.
Xwepêşander dixwazin berpirsên teqînê werin sizadan û hikûmeta Lubnanê jî îstifa bike.
Di teqîna Beyrûdê de li gorî amarên dawî 158 kesan can daye û bêhtirê 6 hezar kes jî birîndar bûne ku teqîna depoyeke li bendera Beyrûdê ya amonyum nitratê bûbû sedem.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin