Bi 2 fuzeyan li Herêma Kesk ya Iraqê xistin

Bi 2 fuzeyan li Herêma Kesk ya Iraqê xistin

PeyamaKurd- Li Bexdayê li Herêma Kesk ku temamê sefaretên dewletên biyanî li wê derê ne, hem rêvebiriya Iraqê li wê derê ye, her weha sefareta Amerîkayê jî li heman herêmê ye, bi 2 fuzeyan li herêmê xistin. Yek ji roketan jî nêzî sefareta Amerîkayê ket.

Li ser mijara êrîşê heya niha ti agahî nehat ragihandin û nayê zanîn bê êrîş ji aliyê kê de hat kirin. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gelek caran ragihandibû ku divê hukumeta Iraqê asayîşa sefareta Amerîkayê temîn bike. Lê hukumet nikaribûye ewlekariya sefaretê temîn bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin