PeyamaKurd – Bi deh hezaran şopîner û alîgirên Tevgera Sedir, piştî banga Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji bo beşdariya di Nimêja Înê ya Yekgirtî de, li navenda bajarê Sedr, li paytexta Iraqê Bexdayê civiyan.
Li Bexdayê amadekariyên ji bo Nimêja Înê ya Yekgirtî, ji do ve heta niha berdewam in.
Herwiha organîzatoran tedbîrên ewlehiyê tund kirine, tevgera dezgehên ragihandinê û rojnamevanan li qadeke diyarkirî hatiye sînordarkirin.
Hat zanîn ku Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedr do êvarî roja Pêncşemê bi armanca beşdariya di nimêja Înê de, gihiştiye Bexdayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin