PeyamaKurd - Hat ragihandin ku êrîşeke moşekên Katyuşayan bi ser Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê de hat kirin.
Tora medyayî ya Serokwezîrtiya Iraqê derbarê êrîşê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîş li Herêma Kesk a paytex Bexdayê bi moşekên katyûşa hatiye kirin.
Li gor zanyariyên çavkaniyên medyayî yên Bexdayê, moşeka katyuşa li nêzîkî avahiya Balyozxaneya Amerîka ya Iraqê ketiye, lê ti ziyaneke canî çênebûye.
Beriya niha rayedarên Iraqê ragihandibûn ku dê devera Kesk ya Bexdayê li demeke nêzîk ji trafîkê re bê vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin