PeyamaKurd – Li payîtexta Qaradaxê li Podgorîcayê bi 36 km yan dûr li bajarê Cetînjeyê kesekî di nav malbatê de bi malbatê re pevçû û paşî derket kuçe û kolanan. Di kolanan de, bi çeka destê xwe bera xelkê da û di encamê de 11 kesan kuşti û 6 kesan birîndar kir. Di nav kuştiyan de zarok jî hene. Di nav birîndaran de yek jî polîs e.
4 birîndaran birin nexweşxaneyekî bajarê Centînjeyê û 2 birîndarên birînên wan xedar birin klînîkekî li bajarê Podgorîca yê.
Kesê êrîşker paşî bi polîs re ket şer û di encamê de ew jî hat kuştin. Devera bûyerê ji aliyê polîs de hat girtin û li ser bûyerê hêj daxwuyaniyekî nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin