PeyamaKurd - Li herêmên welatî Malî yên li ser sînorê Nîjeryayê, komên çekdarên tundrew bi motorsiklêtan ketin nav gundan û zêdetirî 51 sivîl kuştin.
Çavkaniyên leşkerî û rayedarên xwecihî ragihandine ku li sê wargehên bakurê Maliyê li gundên Karu, Ouatagouna, Uataguna û Dautegeftê bi motorsiklêtan çekdarên tundrew êrîş kirine û zedetirî 51 sivîl di wê êrîşê hatine kuştin.
Li gorî rayedarên herêmê, çeteyên bi motorsiklêtan ketine gundan, her kes qetil kirine, gund talan kirine û piştre jî şewitandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin