PeyamaKurd – Pasdarên rejîma Îranê do êvarî li sînorê bajarê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirin û di encamê de kolberek kuştin.
Li gor zanyariyan, di encama êrîşê de kolberekî Kurd ê temenê wî 35 sal e û navê wî Şêrko Çavşînî ku bavê zarokekî ye, can da.
Herwiha hat zanîn, di encama êrîşa han de 4 kolberên din jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin