PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên dawî het niha Tirkiyê bi hezaran çekdarên girêdayî komên piştevaniya wan dike, ji Sûriyê şandine bo şerê Libyayê yê dijî hêzên Hafter.
Herî dawî jî piştî biryara parlamena Tirkiyê ya şandina hêzê hat piştrastkirin ku hêzên leşkerên Tirkiyê gihîştine Libyayê daku piştgiriya hikûmeta Wîfaq li dijî hêzên artêşa netewî ya Libyayê bikin.
Li gorî ragihandina hin çavkaniyan Tirkiye pasaportên Tirkiyê dide wan çekdarên ku ji Sûriyê vediguhêze Libyayê û soza dayîna mafê hemwelatiyê jî dide wan.
Herwiha çavkaniyeke ku nexwestiye nasnameya wî bê eşkerekirin ji medya Rojavayê Kurdistanê re gotiye: "Hikumeta Tirkiyê bêyî tu astengiyan pasaport dan fermandarên lîwayên û di serî de yên Tirkmenî."
Hat diyarkirin ku Tirkiye ji bajarê Efrînê yê hatiye dagirkirin, çekdaran dicivîne û dişîne Libyayê ku piranî Tirkmen û Exterîn in.
Hat ragihandin ku 8 navend li herêmên Bakurê Sûriyê hene û li gundewarên Helebê, Idlib û Girê Spî ne ku koma Firqêt El-Hemzat berpirsyariya hemû navendên Tirkiyê yên veguheztina çekdaran dike.
Li gorî zanyariyariyên jêderan Lîwayên girêdayî Tirkiyê ciwanan teşwîq dikin da ku beşdarî şerê li Lîbyayê bibin û dibêjin, dê nêzî hezar û 800 heta 2 hezar dolarên Amerîkî mehane bidin her çekdarekî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin