Bi pistevaniya Amerîka NATOya Erebî tê avakirin

Bi pistevaniya Amerîka NATOya Erebî tê avakirin

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê Mike Pompeo ligel Wezîrên Karên Derve yên welatên endamên Konseya Hevkariya Kendavê, liser damezrandina pêkhateya serbazî ya Hevkariya Stratejîk a Rojhilata Navîn hevdîtin lidar xist.

Ligor daxûyaniya nivîskî ya Berdevka Wezareta Karên Derve Heather Nauert, Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê di çarçoveya Komelgeha Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li Newyorkê bi Wezîrên Karên Derve yên Erebistana Siûdî, Behreyn, Misir, Ûrdin, Kuweyt, Ûmman, Qeter û Îmaratê re civiya û babeta damezrandina Hevkariya Stratejîk a Rojhilata Navîn – MESA, ku wekî NATO ya Ereb tê binavkirin, girtin dest.

Di daxûyaniya Nauert de hatiye ku: “Pompeo û wezîrên din ên karên derve, ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê di çarçoveya Konseya Hevkarî ya Kendavê de, jib o pêkanîna Hevkariya Stratejîk a Rojhilata Navîn civînên berhemdar lidar xistin. Wezîrê derve Pompeo di mehên pêş de, dê liser vê babetê hevdîtinên xwe dom bike”.

Herweha di daxûyaniya Nauert de hat diyarkirin ku, destwerdanên Îranê metirsiyan hemberî ewleyî û aramiya herêmê peyda dike û Amerika û hevkarên xwe dê têkoşînê lidij van kiryaran Îranê bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin