PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 6 welatên erebî yên Misir, Erebistana Siûdî, Kuwêt, Bahreyn, Urdin û Îmarat li Derya Mirî lutkeyek lidarxistin ku tê behsa avakirina hêza hevbeş a erebî kirin.
Li gor pisporê pêwendiyên navnetewî yê Misrî Muhammed Hamid, hewla wan 6 welatên erebî bi taybet piştî rola Tirkiyê li Sûriye û Iraqê destpêkeke hişyarbûna welatên erebî û ji bo avakirina hêza hevbeş ango NATOya Erebî di nav wan welatan de kordînasyonek heye.
Wezîrên berevaniyê yên her şeş welatên ku navê wan derbas dibe, bi taybet li dijî Tirkiye û Îranê ji bo li ber gefên ewlekariya xwe ya netewî rabin çend carên din jî hevdîtin kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin