Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê helmeta dijî darvekirinan dest pê kir

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê helmeta dijî darvekirinan dest pê kir

PeyamaKurd - Desteya Hemahengiya Sendîkayên Mamostayên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi diruşma “Ji Darvekirinê re Na; Erê ji Mafê Jiyanê re” helmeteke berhevkirina îmzeyan da destpêkirin.

Desteyê bang li welatiyan kir ku bêyî tirsê li hemberî cezayê darvekirinê nerazîbûna xwe bînin ziman.

‘Mafê jiyanê mafê herî bingehîn e’

Di daxuyaniya sendîkayê de hat destnîşankirin ku tu dewlet an desthilatdarî ne xwediyê jiyana mirovan in û cezayê darvekirinê wekî amrazeke tolhildanê ya hukûmetan hat pênasekirin.

Desteyê diyar kir ku cezayê darvekirinê li dijî rûmeta mirovan û edaletê ye û daxwaz kir, çalakiyên siyasî, derbirîna ramanê û xwepêşandanên aştiyane neyên krîmînalîzekirin.

Heta niha di çarçoveya vê kampanyayê de ku armanca wê ya yekem gihîştina 1,000 îmzeyî ye, zêdetirî 600 îmze hatine berhevkirin.

Ev çalakî di demekê de ye ku li gorî raporên navneteweyî, li Îranê hejmara darvekirinan bi awayekî berbiçav zêde bûye.