PeyamaKurd – Li ser şerê navbera Îran û DYA-Îsraîlê sewqiyata petrolê ya ku di Buhira Hurmizê de dibe rawestiya. Li gor ajansa Reutersê; temamê şîrketên petrol û neqliyan sewqiyatê rawestandine.
Rayedarekî bazirganî ji bo ajansa Reutersê gotiye ku bi sedema ewlehiyê, dê keştiyên wan li ciyên ku niha lê ne, dê rawestin û ti tevgerekî nekin.
Petrola temamê dinyayê 1/5 ê wê, di vê Buhira Hurmuzê de derbas dibe. Eger sewqiyat raweste, dibe di bazara dinyayê de bihayê petrolê zêde bilind bibe. Bihayê varêlê ji 10 dolarî heya 20 dolarî bilind bibe.
Li gor şîrketa analîzê ya doneyên enerjiyê ya Vortexa yê; di sala borî de rojane ji 20 milyon varêlê zêdetir petrol û cûreyên ardûyan di Buhirê de derbas bûye.
Saûdî Arabistan, Îmarat, Iraq, Kuweyt û Îran ku endamên OPECê ne, petrola xwe ya bo firotina Asya, di vê Buhirê de derbas dikin. Qatar LNGa xwe di vê Buhirê de dişîne bazara dinyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin