Îran: 4 tankerên petrolê li Hurmuzê bûn armanc û drona MQ-9 hat xistin

Îran: 4 tankerên petrolê li Hurmuzê bûn armanc û drona MQ-9 hat xistin

PeyamaKurd - Artêşa Spaha Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku li Tengava Hurmuzê 4 tankerên petrolê ku hewl dane rêça qedexe bikar bînin, li mayînên deryayî ketine û hatine jinavbirin, her wiha 2 keştîyên din jî hatine desteserkin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tankerên ku li mayînan xistine hîn jî di nava şewatê de ne û operasyonên deryayî yên Îranê bi biryarî didomin.

Ji aliyê din ve, Supaha Pasdaran diyar kir ku hêzên wan ên deryayî û esmanî bi pergala nû ya parastina hewayî, li ser Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a MQ-9 a DYAê xistine xwarê.

Di daxuyaniya fermî de peyamên tund li dijî DYA û Îsraîlê hatin dayîn û hate gotin ku "Îro cîhan dê şahidiya têkçûneke mezin a emperyalîzma cîhanî bike."