CENTCOM: 5 tankerên petrolê yên Îranê hatin teqandin

CENTCOM: 5 tankerên petrolê yên Îranê hatin teqandin

PeyamaKurd - Artêşa DYA'yê ragihand ku 5 tankerên petrolê yên xav ên Îranê hatine ruxandin û tankera bi navê "M/T Riesco" jî binav buye.

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku piştî ku Hêzên Parastina Îslamî yên Îranê du caran bi mûşokên balîstîk êrişî keştiyeke şer a Amerîkayê kirine, wan di 8ê Îlonê de dest bi operasyona bersivdayînê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tankerên bi navê "M/T Kaviz", "M/T Charminar", "M/T Horizon 1", "M/T Riesco" û "M/T Derya" ku beşek ji torên fînansekirina Pasdaran bûn, bune armanc û berî ku bên lêdan hişyarî dane tîman ku gemiyan biterikînin.

Di encamê de, di daxuyaniyeke din de hat piştrastkirin ku tankera "M/T Riesco" li Deryaya Ummanê bin av bûye û dîmenên şewitandin û binavbuna wê hatine belavkirin.