PeyamaKurd- Li payîtexta Afxanistanê li Kabîlê kesên çekdar li devera Kampaniyê êrîş birin ser du dozgeran û di encamê de dozgerekî jiyana xwe ji dest da. Berdevkê serdozgeriya Afxanistanê Cemşîd Resûlî bo çapemeniyê ragihand ku 2 dozgerên wezîfedar li devera Kampaniyê rastî êrîşa çekdaran hatine û di encamê de yek ji wan jiyana xwe ji dest daye.
Resûlî ragihand ku dozgerê dinê jî birîndar bûye. Kujer reviyane û li pey wan lêpirsîn hatiye destpêkirin. Heya niha kes êrîşê nexistiye aliyê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin