Bi teqandina otomobîlekê 6 lesker hatin kustin û 10 jî birîndar bûn

Bi teqandina otomobîlekê 6 lesker hatin kustin û 10 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Di encama teqandina otomobîlekê li nêzîkî baregeheke leşkerî ya hêzên Afgan de, 6 leşkerên Afgan hatin kuştin.

Hat ragihandin ku bûyer li bajarê Bol El-Xemrî çêbûye û otomobîleke bombekirî li nêzîkî baregeha leşkerên Afgan de hatiye teqandin ku 6 endamên ewlehiyê can dane û zêdetirî 10 kes jî birîndar bûne.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê baregeha artêşa Afganistanê ya teqîn lê çêbûye gelek beşên wê wêran bûne.

Herwiha hat diyarkirin ku ew êrîş Tevgera Talîbanê li xwe girtiye ku li ser her du aliyên rêya Baglan-Samancanê jî kemînên bombeyan danîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin