Bi tohmeta pêwendiya wan ligel DAISê hene 3 kes hatin desteserkirin

Bi tohmeta pêwendiya wan ligel DAISê hene 3 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd Li Edenê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, 3 kes bi tohmeta pêwendiya wan ligel DAIŞê hene hatin desteserkirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, îro Pêncşemê hêzên Dije Terorê yên ser bi Rêveberiya Asayişa Edenê ve, ji bo desteserkirina 5 kesan dest bi operasyonekê kirin. Di encama lêkolîn, şopandin û xebata hêzên ewlehiyê de, hat diyarkirin, ew 5 kes di nava komên alîgir û meydanî yên rêxistina DAIŞê de roleke çalak dilîzin, lewma îro hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina wan operasyon pêk anîn, bi ser hin malan de girtin û di nava wan malan de lêgerîn pêk anîn.

Herwiha, di encama operasyonê de, 3 kesên gumanbar hatin desteserkirin, ku piştî kontrola tendirustiyê bo navenda asayişê hatin veguhastin.

Operasyona bo desteserkirina 2 gumanbarên din, berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin