Biden berî Lutkeya NATO ya Swêd-Tirkiyê bi Kristersson re dicive

Biden berî Lutkeya NATO ya Swêd-Tirkiyê bi Kristersson re dicive

PeyamaKurd – Koşka Spî ragihandin ku wê Serkoê Amerîkayê Joe Biden, hefteya pêşiya me li ser mijara endamtiya NATO û şerê Ukraynayê bi Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re li Washingtonê bicive.

Hêjayî gotinê ye, Lutkeya Tirkiye û Swêdê ya bo pejirandina endamtiya NATOyê 6ê Tîrmehê li Brukselê tê lidarxistin û li gorî daxuyaniya Koşka Spî Biden 5ê Tîrmehê pêşwazî li Ulf Kristersson dike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dê li ser mijarên hevkariya ewlekariyê, pêwîstiya endamtiya Swêd a NATOyê werin axaftin.

Kristersson derbarê civîna ligel Biden de ragihandiye ku em hêvî dikin ji bo Lutkeya NATO ya 11-12ê Tîrmehê ya li Vilniusê jî wek endamê NATOyê em bên vexwendin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin