Biden: Guhertina avhewayê metirsiyeke hebûnê ye

Biden: Guhertina avhewayê metirsiyeke hebûnê ye

PeyamaKurd Biden di şîva salane ya komek hawirdorê ya li paytext Washingtonê de axivî.

Serokê Amerîkayê Joe Biden got, guherîna avhewayê 'tehdîdeke rastîn a hebûnê' ye.

Biden di şîva salane ya komek hawirdorê ya li paytext Washingtonê de axivî.

Biden diyar kir, nifşên nû wê bi gelek tehdîtan re rû bi rû bimînin û destnîşan kir, yek ji wan guherîna avhewayê ye ku ew wekî "tehdîdek rastîn a hebûnê" binav dike.

Biden bal kişand ser guherîna şert û mercên hewayê û bal kişand ku ji ber dûmana şewata daristanên Kanadayê ku hefteya borî tesîr li eyaletên bakurê rojhilatê Amerîkayê kiribû hewa zer bûye û bi milyonan Amerîkî mecbûr mane ku maskeyan li xwe bikin.

Biden bal kişand ser wê yekê ku divê di vê çarçoveyê de tedbîrên pêwîst bên girtin û li ser gavên ku rêveberiya xwe ji bo parastina jîngehê avêtine axivî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin