PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo serokerkanitiya Amerîkayê fermandarê hêzên hewayî orgeneral Charles "CQ" Brown namzed nîşan da. Brown bi sekna xwe, bi tecrube xwe, reqabeta bi Çînê re û li hemberê şowenîstiyê bi tewrê xwe tê zanîn.
Brown bi tecruba xwe ya li Pasîfîkê, li Afxanistanê, li Iraqê û gelek ciyên dinê tê naskirin. Mark Milley ê ku niha serokerkane bi xwe jî terefe ku Brown bibe serokerkan. Brown her weha li hemberê DEAŞ ê fermandariya hêzên koalisyona navdewletî jî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin