PeyamaKurd -Serokê DYAê Biden gefê li komên çekdar ên Iraq û Suriyeyê yên girêdayî rejîma Îranê xwar.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ji ber kuştina 3 leşkerên Amerîkî soza tolhildanê dubare kir û got: "Wê êrişên me yên li dijî komên milîs ên girêdayî Îranê bidomin."
Joe Biden anî ziman ku DYAyê hîn jî bersiva kuştina leşkerên xwe nedaye û got: "Hewla tolhildana 3 leşkerên me ku li Urdunê hatin kuştin berdewam e. Em ê êrîşên xwe yên li ser Iraq û Sûrîyeyê bidomînin."
Ev nirxandina Serokê DYAyê Joe Biden, piştî êrişeke firokeya bêmirov a DYA ya li Bexdayê li dijî serkirdeyekî payebilind ê Hizbullaha Iraqê ku di encamê de hatibû kuştin, hat.
Beriya niha jî DYAyê bi sedan car çeperên komên milîs ên li Iraq û Sûriyeyê bombebaran kiribûn û tekezî li ser wê yekê kiribû ku pêwîste komên ku êrişî berjewendiyên wan dikin bikin şêla xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin