Bîlançoya êrîsa Îsraîlê ya sevê din eskere bû

Bîlançoya êrîsa Îsraîlê ya sevê din eskere bû

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê şeva borî deverên rejîma Sûriyê yên li derdora girên Colanê topbaran kirin.

Ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA piştrast kir ku balafirên Îsraîlî bi moşekan deverên artêşa Sûrî li Qehtaniyê, El Huriyê û Quneytera topbaran kirin.

Medya rêjîma Sûriyê ragihand ku di encama êrîşê de 3 leşkerên wan birîndar bûne.

Li aliyê din Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) jî ragihand ku di encama topbaranê de, leşkerekî rêjîma Sûriyê hatiye kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin