PeyamaKurd – Li paytexta Afganistan Kabîlê êrîşeke mezin bi ser şahiyeke zewacê de hat kirin û di encama teqînan de 63 kes hatin kuştin û bêhtirî 180 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Afganistanê Nasret Rahîmî, ji medyayê re ragihand ku teqînek li cihê şahiyan ê bi navê Kasrî Dubaî ku li herêma ewle ya Kabîlê ye rû daye.
Rahîmî da zanîn ku êrîş li demjimêr 22.40ê şevê rû daye û herî kêm 63 kesan canê xwe ji dest daye û bêhtirî 180 kesan jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin û hîn ti rêxistinê ev êrîş negirtiye ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin