PeyamaKurd- Lûtkeya çaralî ya bi rojeva Sûriyê ya ku bi beşdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Brîtanyayên Boris Johnson bi dawî hat.
Li Londonê berî Lûtkeya NATOyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson hevdîtinek pêk anîn.
Civîna ku li Londonê li Baregeha Serokwezîriyê hat lidarxistin nêzîkî 50 saeteke dewam kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî lûtkeyê dema ji baregehê derket, li ser pirsa rojnamevanekî got, "Gelekî baş derbas bû."
‘ Civîneke baş û berhemdar’
Derbarê civînê de Angela Merkel jî ragihand ku wan civîneke baş û berhemdar pêk anîne.
Hat zanîn ku ji aliyê Tirkiyê Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Darayî Berat Albayrak, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bûn.
‘Ewropa derbarê êrîşa Tirkiyê li dijî Rojavayê nerazî ye’
Ev civîn di demekê de ye, ku Ewropa derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de nerazî ye. Ev hevdîtin hevdem piştî wê yekê tê, Macron berî beşdarî lûtkeya çaralî ya bi rojeva Sûriyê bibe, ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtinek pêk anî û di wê hevdîtinê de rexne li Tirkiyê girt û got:
“Divê em nediyariya Tirkiyê ligel çekdarên DAIŞê zelal bikin. Tirkiye şerê wan hêzan dike ku li kêleka me şerê DAIŞê dikin. Ev mijarek stratejîk e. Hem endamê NATOyê ye, hem ji diçe ji Rûsya S-400 dikire. Ev çawa endamtiya NATOyê dibe?"
Herwiha pêştir hinek alozî di navbera Erdogan û Macron de dirust bibûn, ew jî bi sedema gotina Macron ku gotibû NATO tûşî mirina mejî bûye. Erdogan bi tundî bersiva wan gotinên Macron dabû û gotibû, ku Fransa tirsên Tirkiyê ji Sûriyê li ber çavan nagire û di heman demê de, dixwaze cihekî ji hebûna xwe re li wî welatî bibîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin