PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, yekem serdana xwe ya bo welatên Rojhilata Navîn îro Duşemê dide destpêkirin.
Ev serdana Blinken, piştî agirbesta navbera Îsraîl û Hemasê pêk tê ku biryar e Blînken bi rayedarên îsraîlî û filîstînî re hevdîtinan bike.
Beriya niha jî rêveberiya Amerîkayê, dabû xuyakirin ku ew dê ji bo avadankirina Xezeyê û alîkariyên mirovî bo xelkê Filîstînê ligel Neteweyên Yekbûyî kar bikin.
Blînken beriya serdanê ji CNNê re gotiye, “Niha karê me yê pêşîn bi israr başkirina rewşa însanî ya herêmê ye. Ji bo ji nû ve avadankirinê jî em dê bi hevkarên xwe yên Îsraîl û Filîstînê bixebitin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin