PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken diyar kir ku piştî mirina Îbrahîm Raîsî Serokomarê Îranê, gelê Îranê dikare bigihe pozîsyoneke baştir.
Wezîr Blinken di civîna Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongresê de bersiva pirsa Senator Ted Cruz ya derbarê peyama sersaxiyê ya fermî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Tehranê da.
Blinken diyar kir ku "ew helbet ji mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ne xemgîn in" û wiha got: "Li ber çavê hemû tiştên hovane yên ku Reîsî wek serokomar di nav wan de cih girt, ez dikarim bibêjim ku cîhan wê baştir bibe û dibe ku ji bo gelê Îranê baştir be.”
Ji aliyê din ve Senator John Barrasso, Wezareta Karên Derve ji ber sersaxiyê rexne kir û biryareke bi vî rengî weke "şaşiyeke mezin" bi nav kir.
Bersiva John Barrasso, Blinken got, "Em wek welatên cîhanê, ji bo windakirina rêberan, çi dijmin û çi dost, sersaxiyê dixwazin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin