PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di civîna 81 welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku li Romayê birêve diçe, derbarê êrîşa asmanî ya 27ê Hezîranê bi ser baregeha Heşda Şeibî ya Îran piştevaniya wê dike de daxuyanî da.
Blinken di civîna rojnamevanî ya ligel hemkarê xwe yê Îtalyayê de derbarê êrîşa balafirên şer bi ser Heşda Şeibî de got, “Ji bo kêmkirina xeteriya zêde dibe, çalakiyeke baş hatiye sêwirandin a peyameke zelal dide ye. Me çalakiyeke pêwîst, guncaw û ya qestî pêk anî.”
Herwiha Blinken, li ser girtiyên DAIŞê yên li herêmên bin kontrola HSDê li Rojavayê Kurdistanê jî got, di kampan de hê jî 10 hezar DAIŞîyên girtî hene û barê vê rewşê êdî nayê hilgirtin û wiha berdewam nake.
Wezîrê Amerîkayê bang li welatan jî kir ku hemwelatiyên xwe yên malbatên DAIŞê yê li kampên Rojavayê Kurdistanê werbigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin