PeyamaKurd – Blinken diyar kir ku ew bawer e ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de li Xezzeyê wê roja Yekşemê destpê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken di civîna xwe ya dawî ya çapemeniyê ya li wezaretê de têkildarî pêvajoya agirbesta li Xezzeyê û pêvajoya şerê Rûsya û Ûkraynayê ku mijarên sereke yên rojeva navneteweyî ne, daxuyanî da.
Blinken ê ku ji aliyê du rojnamevanên Amerîkî ve dema li ser Xezzeyê hat protestokirin, diyar kir ku ji bo agirbesta li Xezzeyê bi mehane bi Qatar û Misrê re dîplomasiyeke tund meşandine û di vê pêvajoyê de ji bo lihevkirinek di navbera aliyan de pêk were ew gelekî xebitî ne.
Blinken got, "Baweriya min bi tevahî heye ku agirbesta li Xezzeyê roja Yekşemê were cîbicîkirin û ez hêvî dikim ku ev agirbest were cîbicîkirin. Ne ecêb e ku di pêvajoyek wiha tevlihev û hesas a muzakereyê de hin pirsgirêk derkevin. Em niha bi lez ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dixebitin."
Blinken got ku ew di wê baweriyê de ye ku hin pirsgirêk wê pêşiya pêkanîna agirbestê negirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin