Peyamakurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Enqereyê kir û bi hevpostê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re civiya.
Blinken derengê şeva borî gihîşte Enqereyê û Balyozê Amerîkayê Jeffry Flake û Berpirsa Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bo Karûbarên Amerîkayê Yaprak Balkanê pêşwaziya Blinken kirin.
Blinken îro di 6ê Mijdarê de, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya û rojeva sereke ya civînê, rewşa Xezzeyê, bûyer û pêşhateyên li navçeyê û pêwendiyên Tirkiyeyê û Amerîkayê ne.
Serdana Blinken bo Tirkiyê, di çarçoveya gera wî ya bo Rojhilata Navîn tê kirin ku bi seredana Îsraîlê dest pê kiribû.
Di gera xwe de, bi hevtayên xwe yên li Urdunî, Misrî, Siûdî, Qeterî û Îmaratî re, şerê Îsraîlê li ser Xezzeyê gotûbêj kiribû.
Herwiha Blinken bi serdaneke nişkavayî çû Berava Rojava û bi Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re hevdîtinek pêk anî.
Piştre jî serdana Bexdayê kir û di hevdîtinekê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re, li ser rewşa Xezzayê gotûbêj kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin