PeyamaKurd – Şanda danustankar a Herêma Kurdistanê, îro dê li Bexdayê bi her du fraksiyonên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê bicive.
Li gor zanyariyan, îro roja Çarşemê 03.02.2021ê şanda danustankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê derbarê projeyasaya 2021ê ya pişka Herêma Kurdistanê de, ligel fraksiyona PDKê ê YNKê li Parlamentoya Iraqê bicive.
Herwiha zanyarî didin zanîn, di civîna şanda danustankar ligel her du frakisyonan de, wê hurgiliyên projeyasaya budçeya 2021ê û pişka Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.
Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo danustandinê derbarê prrojeyasaya budçeya sala 2021ê Iraqê û dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, çû Bexdayê û heta niha çend civîn ligel aliyên Lîjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê encam daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin